Ji bo garantîdan a mafê pêkhate û neteweyan li dewleta Kurdistanê, şandek bilind a referandûmê digel nûnerên pêkhateyên netewî û olî yên Kristiyan, Kildanên Suryanî, Aşûrî û Ermenî li Hewlêrê civyan. Piştî civînê, endamê Şand a Bilind a Referandûmê Xelîl Ibrahîm ragihand, pêncşemê ew pêkhate daxwazên xwe yên dawiyê pêşkêşî Civata Bilind a Referandûmê dikin û hefteya bê ji bo heman mebestê dicivin.
Xelîl tekez kir ku, mafê hemû pêkhateyan li Kurdistanê parastî ye, û dê parastî bimîne.
K24