• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî:Rê nadin Îranê destêwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de bike

Gulan Media September 8, 2017 Nûçe
Barzanî:Rê nadin Îranê destêwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de bike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya hevpeyvîna xwe de li gel kenala Al-Arebiye got ku, ez xwe bo helbijartên bê yên piştî referandomê berbijêr nakim, ji sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewbû ku, gelê xwe serbixwe bikim dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim.

Barzanî bersiva pirsyara: Aya ew dewlete weke ya Israîle ku, hemû Yahûdî di yek dewletê de komkirin? Got ku, em destêwerdanê di ti parçeyên din de nakin, alîkariya wan dikin da ku, bigehin rêkeftinên aştyane li gel welatên xwe, parçeyên din xaka xwe hene û li ser erda xwe dijîn.Barzanî Tekez kir ku, parçeyên din yên Kurdistanê ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe didin.

Di beşeke din a hevpeyvînê de Barzanî got ku, ez xwe bo helbijartên bê yên piştî referandomê berbijêr nakin, ji sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewe ku, gelê xwe serbixwe bikin dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, di yek ji wan şerean de êrîş kirin ser sengerên ku, keç têde bûn berevaniyeke zêdetir ji pêşmerge kirin.

Serok Barzanî got jî ku, DAIŞê dixwest Kurdistanê dagîr bike weke wan cihên din yên Kurdistanê bike, em li dijî her aloziyekê ne li gel Îranê em dixwazin li ser bingeha du cîranên baş û berjewendiyên hev beş li gel hev pêwendiyan bikin, em her destêwerdanekî Îranê di karêûbarên me de red dikin û qebûlnakin.

Derbarê pirsyareke din derbarê destêwerdana Îran di karêûbarên Herêma Kurdistanê de Barzanî tekez kir ku, li gor cografiyê Îranê destêwerdanê bêtir di Silêmaniyê de dike ji Hewlêrê, em her destêwerdanekî Îranê di karêûbarên me de redkirn û qebûlnakin.

Basnews
Top