• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan:Endamtiya Yekîtiya Ewrûpa armanca Tirkiye ye

Gulan Media September 8, 2017 Nûçe
Erdogan:Endamtiya Yekîtiya Ewrûpa armanca Tirkiye ye
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Endambûna Yekitiya Ewropayê armanca siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya fermî ye û wan dest ji vê armancê bernedane.

Erdogan îro digel Serokên Bajaran a Şaxên AK-Partiyê axifî û balê kişand li ser pêwendiyên dawî yên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê. Serokomarê Tirkiyeyê got ew ji sala 2005an heta niha ji bo endambûna Yekitiya Ewropayê her tiştê ko ji destê wan tê dikin. Tirkiye ti carî dest ji armanca xwe ya endambûna Yekitiya Ewropayê bernedaye û endambûna Yekitiya Ewropayê siyaseta fermî ya dewleta Tirkiyeyê ye.

Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel duh ragihandibû ko ew dê di meha bê de ji Yekitiya Ewropayê daxwaz bikin ko dawî li pêvajoya endambûna Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê bîne an jî danûstandinên digel Tirkiyeyê were sekinandin.

K24
Top