Gundê krîstiyanan ji bo giştpirsiyê dibêje ‘erê’
Gundê Durê ya Kanîmasiya Duhokê, xwedî jîngeheke xweş û rind e. Ev gundê hemwelatiyên krîstiyan dikeve devera Berwarî Bala. Nîştecihên vî gundî, ji dîrokê ve di nava şoreşên kurdî de cîh digrin. Gelek pêşmergeyên vî gundî hene. Yekemîn jina pêşmerge Margirêt jî ji vê gundê ye.
Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Aşûr Hurmiz dibêje: “Di dema şoreşa Îlonê de ji vî gundî 15 pêşmerge hebûn. 3 ji wan şehîd bûn. Margiret George, kurê Emanûel û Enîl şehîd bûn. Metranê me (Xweda jê razî be) endamê serkirdetiya tevgera kurdî bû.”
Pêşmergeyên dêrîn ên vî gundî dibêjin, ku Mele Mistefa Barzanî beriya 56 salan, di dema Şoreşa Îlonê de 21 rojan li şkefteke nêzîkî gund de maye.
Pêşmergeyê dêrîn Sedû Esmîl jî li vê şkeftê Mele Mistefa Barzanî dîtiye. Lewma dibêje: “Ev şkeft û ev cihê ku ez lê rûniştime ji bo min gelek pîroz e. Dema bêhna min teng dibe, ez têm vê derê. Niha ez ji bo xatirê wan rojan dibêjim, divê hemû ol û neteweyên Kurdistanê, roja 25ê Îlonê herin ser sindoqan û sed caran bêjin erê.”
Pîrûkalên vî gundi, serpêhatiyên xwe yên derbarê şoreşên kurdan de, ji zarokên xwe re jî vegotine.
Hemwelatiyê bi navê Zeye Telye diyar dike: “Bavê min digot me jiyana xwe bi nanê tisî û çayê derbas kirye di şkeftan de. Ez gelek serbilind im, ku bavê min ev xebat kiriye. Eger keda wan pêşmergeyan neba îro Kurdistan jî ava nedibû.”
Gundê Durê nêzîkî xala sînorî ya Serzêrê û Deştanê ya di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê ye. Çendîn caran ev gund hatiye topbarankirin. Lê wan bi berdewamî xebata xwe kirine.
Rudaw
