• Friday, 20 February 2026
logo

Xusrew Caf: Pareyek pir zêde bo helmeta ‘’Nexêr’’ bo serxwebûna Kurdistanê tê xerc kirin!

Gulan Media September 7, 2017 Nûçe
Xusrew Caf: Pareyek pir zêde bo helmeta ‘’Nexêr’’ bo serxwebûna Kurdistanê tê xerc kirin!
Nivîskarê navdar ê Kurdistanê ragehand, pareyeke pir zêde bi rêya wan kesan ve tê xerc kirin ku bangeşeya ‘’Nexêr’’ bo serxwebûna Kurdistanê dikin.

Di civîna di navbera serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nivîskar û rojnamevanan de nivîskarê navdar ê Kurdistanê Xusrew Caf amaje bi vê yekê kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê wek keştiya nûh e, her kesekî siwarî wî keştiyê nebe, dê di belaya xwe de noq bibe.

Herwaha rexneyên tund li kesên ku bangeşeya ‘’Nexêr’’ bo serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê kir û ragehand: ‘’Nexêr û Nexêrîzm dinav gelê kurd de rih û bingehê xwe tineye. Ev tişteke bi destê derve ve tê kirinê ye.’’

Herwaha got, ‘’Pareyek pir zêde ji bo nexêrîzmê tê xerc kirin.’’ Û teqez kir: ‘’Bi piştrastî ve wan rojane dekoment dê derkevin û dê gel bizane ew şêlava pare ya bo nexêr tê xerc kirin ji kûderê ve hatiye?’’

Basnews
Top