• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentoyê biryara giştpirsiyê pesend kir

Gulan Media September 7, 2017 Nûçe
Parlamentoyê biryara giştpirsiyê pesend kir
Parlamentoya Katalonyayê qanûna derbarê giştpirsiya serxwebûnê ya 1ê Cotmehê bê encamdan pesend kir.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont biyara pêkanîna giştpirsiya serxwebûnê ku hikûmeta Îspanyayê wekî deryasayî bi nav dike îmze kir.

Parlamentoya Katalonyayê piştî nîqaşên dirêj 72 parlamenteran ji bo lidarxistina referanduma serxwebûnê deng da û 11 parlamenter bêleyan man yekî red kir û 63 parlamenteran dengê erê dan.

Piştî ku biryar ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin yasa di rojnameya fermî de hat weşandin û Carles Puigdemont desteya wezîran kom kir û ew yasa îmze kir.

Puigdemont jî di axaftina xwe de got: "Heger dengdêr biryara cudabûnê bidin emê dê di nava çend rojan de serxwebûna xwe ragihînin û ji Îspanyayê cuda bibin."

Rudaw
Top