Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan: 60 hezar karmend dê bo referandomê bên wergirtin
Cîgirê berpirsê giştî yê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan, Dilşad Namîq ji BasNewsê re got, ji bo encamdana karûbarên referandoma serxwebûna Kurdistanê, 60 hezar kes dê bi awayekî demkî bên îstixdamkirin û peyman bi wan re were îmzekirin.
Dilşad Namîq her wiha got, hinek dipirsin serlêdan bi çi awayekî ye. Du pîvanên me bo wergirtina wan hene: 1- Yekem car kesên hiqûqnas (parêzer û…) dê bên wergirtin bo meşandina navendên dengdanê 2- Mamosta û rêveberên wan mekteb û medreseyên ku dengdan tê de dibe, tên wergirtin, eger hejmara wan zêde be wê çaxê bi pişkhavêtinê tên wergirtin.
Wî rayedarê Komîsyonê anî ziman ku wergirtina karmendên demkî bo referandomê, ne bi forman e û got, ji ber wê jî bila ti kes forman nekirre. Komîsyonê ti formek belav nekiriye, yên wê yekê jî dikin, sûc dikin.
Basnews
