• Friday, 20 February 2026
logo

Cenazeyên 3 pêşmergeyan piştî 3 salan hatin dîtin

Gulan Media September 7, 2017 Nûçe
Cenazeyên 3 pêşmergeyan piştî 3 salan hatin dîtin
Piştî sê salan, cenazeyên pêşmergeyên şehîd li devera Kesk di goreke komî de hatin dîtin.

Ew her sê pêşmerge di 2ê Tebaxa 2014an de di dema êrişên DAIŞê ya bi ser devera Keskê de ketibûn destê DAIŞê û piştre hatibûn şehîdkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî ragihand, ku ev her sê pêşmerge ew kes in ku DAIŞê vîdeo û wêneyên wan li ser medyaya civakî belav dikirin û wisa didan xuyakirin ku weke serkevtinek e ku ev pêşmerge di destê wan de ne.

Navên pêşmergeyên şehîd ên ku rufatên wan hatine dîtin ev in; Sefer Sikorkî, Luqman Koremarkî û Dilşad Herkî.

Xizmên wan, ji ber ku rufatên wan vegeriyane û ewê wan bi xakê bispêrin, dilxweş in.

Kurekî pêşmergeyê şehîd ji Rûdawê re diyar kir, ji ber ku piştî 3 salan bi kêmasî be jî cenazeya bavê xwe anîne dilxweş in.

Rufatên sê pêşmergeyên şehîd ber bi Tiba Dadî hatin veguhestin û biryar e li warên xwe werin veşartin.

Rudaw
Top