• Friday, 20 February 2026
logo

Li 18 deverên Çewlîgê qedexe hat ragihandin

Gulan Media September 7, 2017 Nûçe
Li 18 deverên Çewlîgê qedexe hat ragihandin
Li bajarê Çewlîgê û 8 navçeyên pê ve girêdayî, bi giştî li 18 deveran qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Parêzgariya Çewlîgê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, di demên dawî de gerîlayên PKKê li deverê çalakiyên xwe zêde kirine û bo ewlekariya xelkê deverê dê dest bi operasyonê bê kirin.

Hat ragehandin, 18 dever wek herêmên ewlekariya taybet hatine ragehandin û qedexe ji 5'ê mehê heta 20'ê mehê dê berdewam bike.

K24
Top