Sekreterê Giştî yê Komkariya Erebî ji bo giştpirsiyê tê Hewlêrê
Li gor nûçeya Şarl el Awast a navenda wê li Londonê ye, Ehmed Ebu Gayt dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtineke pêk bîne.
Hat ragihandin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dê mijara sereke ya hevdîtinên Ehmed Ebu Gayt be.
Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameya navborî re wiha gotine: “Ebu Gayt dê bîne ziman, giştpirsî dê bandoreke neyînî ji bilî Iraqê li herêmê jî bike û lewma pêwîst e rêveberiya Kurdistanê beriya giştpirsiyê baş hizrê xwe bike.”
Herwiha hatiye gotin Ebu Gayt dê daxwaza paşxistina giştpirsiyê jî bike.
Sekreterê Giştî yê Komkariya Erebî beriya niha di nameya ji Mesûd Barzanî re şandî de gotibû bila Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê nakokiyên xwe çareser bike û Komkariya Erebî dixwaze dema giştpirsiyê bê paşxistin.
Rudaw
