Çekdarên opozîsyonê gundekî Efrînê topbaran dikin
Li gor medyayên ser bi Rêveberiya Xweser ve, îro danê sibê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin gundê Basûfanê ya navçeya Şêrewa topbaran kirin.
Hat ragihandin, di encama wê topbaranê de ti ziyanên canî nebûn, lê ziyanên madî gihêştin mal û milkê welatiyên gundê Basûfanê.
Demek e hem artêşa Tirkiyê û hem jî grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike gundên Efrînê topbaran dikin. Herwiha artêşa Tirkiyê jî hêzên xwe li sînorê Efrînê zêde kiriye û gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Efrînê dixwe.
K24
