Berpirsê PDKê li Şingalê, Bakozî: PKK û Heşda Şeibî dixwazin komplo li Pêşmerge bikin
Berpirsê PDKê li Şingalê, Wehîd Bakozî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK û Heşda Şeibî dixwazin rêya navbera Şingal û Sûriyê vekin û bi dilê xwe tê de biçin û bên û çek û cebilxane ji Sûriyê bînin Iraqê ji Iraqî jî bibin Sûriyê.
Wehîd Bakozî her wiha gotiye, hevkariya PKK û Heşda Şeibî bi guman e ji ber ku tirsa wê heye ew hevkariya wan komployeka herêm be û bikeve xizmeta rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê.
Wî berpirsê PDKê daye zanîn ku Heşda Şeibî rêkeftina xwe bi Pêşmerge re binpê kiriye û bi alîkariya PKKê, li dijî Pêşmerge komployan dike.
basnews
