• Friday, 20 February 2026
logo

REFERANDUM - Endamê tirkmen: Bexda hebûna me jî qebûl nake

Gulan Media September 6, 2017 Nûçe
REFERANDUM - Endamê tirkmen: Bexda hebûna me jî qebûl nake
Endamê tirkmen ê Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê, Macid Bazirgan ragihand: “Bexda hêj hebûna me qebûl nake. Heta navê tirkmen jî tine ye.”

Macid Bazirgan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku ew dê di referanduma roja 25ê Îlonê ya ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê de, dê dengê Erê bi kar bîne.

Bazirgan got: “Ez dê di referandumê de dengê Erê bi kar bînim, çimku em Tirkmen, Kurd, û Krîstiyan li Herêma Kurdistanê weke bira dijîn.”

Endamê tirkmen ê Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku rêveberiya Bexdayê ti demi mafên tirkmenan nedaye û tekez kir:

“Tirkmenan heta îro jî tiştek ji Bexdayê wernegirtine. Piştî sala 1991ê, Herêma Kurdistanê mafê me yê perwerdehiyê, mafê siyasî, hiqûqî û mafên di gelek warên din de jî nas kir.

Lê belê Bexdayê ti demî ew maf neda tirkmenan. Bexda hêj hebûna me jî nas nake. Heta navê Tirkmen jî nîne. Li gorî wan tenê Ereb û Kurd hene.”

Rudaw
Top