Mezinê sunniyên Iraqê şêx Dilêmî: Em nikarin kurdan neçar bikin ligel Iraqê bimînin
Serokê Bizava Erebî ya Sunnî ya Iraqê, şêx Teha Hamid Dilêmî ji televîzyoneka Iraqî re li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê peyiviye û gotiye, li Iraqê tenê kurd girêdayî Destûrê bûn, sunnî û şîe Destûr binpê kirin.
Şêx Teha Hamid Dilêmî her wiha gotiye, kurdan herêma xwe bihêz kirin û xwe ji zilm û zordariya şîeyan parastin ji ber ku şîe xwedan hizra mezhebî û radîkal in û wisa difikirin ku Iraq tenê ya wan e! Eger sunniyên Iraqê jî xwedan herêma xwe bûna şîeyan nedikarîn warê wan dagîr û wêran bikin.
Wî mezinê sunniyên Iraqê aniye ziman ku kurd li gorî pîvanên olî, siyasî û hiqûqa navdewletî, mafê wan heye referandoma serxwebûnê bikin û em nikarin kurdan neçar bikin ligel Iraqê bimînin.
Şêx Teha Hamid Dilêmî pesnê serkirdetiya Kurdistanê jî daye û gotiye, destê wan xweş be ku jîrane dixwazin mafên gelê xwe bidest bînin û gotiye, şîe dixwazin me tine bikin lê kurd tenê dixwazin sînorên navbera me û xwe diyar bikin.
Wî şêxê ereb ragihandiye ku kurd Iraqê welatê xwe nabînin û got, ji ber ku kurd in û xwedan welatê xwe ne, em jî ereb in. Em nikarin pêşiya serxwebûna wan bigirin. Kurd îro jî nekare serbixwe bibe dê sibê bikaribe.
Basnews
