• Friday, 20 February 2026
logo

Daxwaza Kerkûkê bo referandumê hat qebûlkirin

Gulan Media September 6, 2017 Nûçe
Daxwaza Kerkûkê bo referandumê hat qebûlkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, daxwaza Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya ji bo pêkanîna giştpirsiyê pesend kir û li wî bajarî ofîsekê vedike.

Li Kerkûkê zêdetirî 13 tevgerên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo serketina dengê "Belê" navê xwe di komîsyonê de tomar kiriye.

Berpirsê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Hendirên Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Me bi awayekî fermî bersiv da wan û ew agahdar kirin. Komîsyon ji bo giştpirsiya 25ê Îlonê hemû amadekariyan dike. Li ser vê yekê du ofîs hate vekirin ku yek li Şingalê û ya din jî li parêzgeha Kerkûkê navenda wî bajarî ye.”

Rêveberî û Encumena Parêzgeha Kerkûkê piştî ku bersiva komîsyonê wergirt, ji bo vê biryarê pêngavan diavêje. Tevî çavdêrîkirina pêvajoyê, amade ne ku alîkariya darayî jî pêşkêş bikin.

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî diyar kir, ku ewê bi giştî çavdêriya pêvajoyê bikin û eger pêwîstiya darayî ji rêveberiya Kerkûkê re hebe, dikarin ji bo wan dabîn bikin û hemû alîkariyan ji bo serxistina vê pêvajoyê bi cih bînin.

Partî û aliyên Kurdistanî ji bo serxistina pêvajoya giştpirsiyê bi projeyeke hevbeş, ji bo dengên "Belê" dixebitin û heta niha li Kerkûkê ti alî ala "Nexêr" bilind nekirine.

Berpirsê sê liqên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Xurşîd aşkere kir: “Em weke PDKê di civîn û rûniştin û pêwendiyên me yên li gel partî û aliyên siyasî yên din de, ti aliyekî siyasî tine ye ku ji me re gotibe 'em li gel giştpirsiyê nîn in' yan jî gotibin 'emê dengê nexêr bidin'.”

Li gor amarên Ofîsa Komîsyona Serbixwe, gava li Kerkûkê hilbijartin were kirin, 285 binkeyên dengdan dê werin danîn ku 30 binke li kampên awareyan bin û herwiha nêzîkî 700 hezar kes jî xwediyê mafê dengdanê ne.

Rudaw
Top