• Friday, 20 February 2026
logo

Osman Baydemîr: Roja 25ê Îlonê dîrokiye û min karîba dê dengê ‘’Belê’’ bikaranîba!

Gulan Media September 6, 2017 Nûçe
Osman Baydemîr: Roja 25ê Îlonê dîrokiye û min karîba dê dengê ‘’Belê’’ bikaranîba!
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê daxwaz li gelê Kurdistanê kir, biçin ser sîndoqên dengdanê û piştevaniyê li serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê bikin.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr di daxuyaniyeke ji bo K24ê de amaje bi vê yekê kir ku roja 25ê Îlonê rojeke dîrokî ye bo gelê Kurdistanê û ew wek HDP ji ber şahidê wê rojê ne dilşad in. Herwaha got: ‘’Em wisa bikin ku şîrê dayîkên kurd li kurdan helal bikin, ez daxwazê li gel dikim ku biçin ser sîndoqên dengdanê, ez wek kurdek min karîba biçim ser sindoqa dengdanê min dê dengê ‘’Belê’’ bikaranîba.’’

Derbarê çareser kirina pirsgirêkên parçeyên din ên Kurdistanê de jî Baydemir got: ‘’Raste Kurdistan yek e, lê çareserkirin û rewşa her parçeyeke Kurdistanê ji parçeyên din cuda ye.’’

Rudaw
Top