• Friday, 20 February 2026
logo

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwepêşandana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

Gulan Media September 6, 2017 Nûçe
Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwepêşandana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê lidarxistin
Kurdên li welatê Swîsreyê bicih û war bûne, bi mebesta piştgirîya referandûma 25ê Îlonê ya serxwebûna Herêma Kurdistanê, roja 10ê Îlonê li ber avahiya NY ya li Cenevê xwepêşandanekê li dar dixin.

Di daxuyaniya bangewaziya xwepêşandanê ya bi navê “Bang ji Kurdên Swisre” de hat gotin, “Di Rojhilata Navîn de gelê herî qedîm û xwediyê demografiya herî mezin gelê me ye. Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo biryara serxwebûnê 25ê Îlon a 2017an diçin ser sindoqan. Ji bo alîkariya vê biryara dîrokî, Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, roja 10ê Îlon a 2017an bila berê xwe bidin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê û piştgirî bidin serxwebûna gelê me yê başûr”

Waar.tv
Top