• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Kurdistanê ji bo mislimanên Myanmarê peyama hevxemiyê

Gulan Media September 5, 2017 Nûçe
Ji Kurdistanê ji bo mislimanên Myanmarê peyama hevxemiyê
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo mislimanên Rohingiyayê derbirî û li hember kiryarên li dijî wan jî nerazîbûn nîşanda.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li herêma Arakanê ya Myanmarê (Burma) peyamek weşand û bi navê hemû pêkhateyên olÎ yên Kurdistanê, hevxemiya xwe ji bo mislimanên Rohingiya anî ziman.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî di peyama xwe de got: “Reftara ku li hember mislimanên Rohingiyayê tê kirin, li dijî hemû bihayên mirovahiyê ye û divê civaka navdewletî bêdengiya xwe bişkîne, ji bo çareserkirina pirsgirêka vî gelî yak u stem lê tê kirin, erkê xwe bicîh bîne.”

Di peyamê de hate gotin, ku kiryarên li hember mislimanan tên kirin bûye sedema nîgerniya mislimanên Kurdistanê û cîhanê.

Ev demeke li Myanmarê di navbera hêzên ewlekariyê û mîlîsên misliman ARSAyê de şer û pevçûn derketine.

Neteweyên Yekgirtî (NY) eşkere kir, ku di heyama 10 rojan de ji ber şer û pevçûnan, 87 hezar misliman ji Myanmarê reviyane Bangladeşê.

Li wîlayeta Arakanê (Rakhayn), ku mislimanên Rohingayê lê dijîn, 2 hezar û 625 mal hatine wêrankirin.

Ji ber şer û pevçûnan di heyama heftêyekê de 400 kes hatine kuştin.

Rudaw
Top