• Friday, 20 February 2026
logo

Îran: Em hêvî dikin ku referanduma Kurdistanê paş bikeve

Gulan Media September 5, 2017 Nûçe
Îran: Em hêvî dikin ku referanduma Kurdistanê paş bikeve
Sekreterê Giştî yê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê Muhsin Rizayî ragihand, ku referanduma Herêma Kurdistanê dê karvedan û encamên xirab li navçeyê li pey xwe bîne û tekez kir, ku ew bi hêvî ne ku referandum were paşxistin.

Muhsin Rezayî di hevpeyvînekê de li gel televîzyona Elmeyadîn a nêzîkî hikûmeta Sûriyê da xuyakirin: “Referanduma li Herêma Kurdistanê tê wateya dabeşkirina Iraqê û dê encamên xirab li pey xwe bîne û em li dijî vê proseyê ne.”

Rizayî herwiha hêviya xwe bo paşxistina referandumê anî ziman û got: “Em hêvîdarin ku referabdum di dema xwe de neyê encamdan. Îran di vê baweriyê de ye, ku referandum Iraqê dabeş dike.”

Sekreterê Giştî yê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi wê yekê jî kiriye, ku ji ber helwestên li hember Îran, Sûriye, Yemen û Behrêynê, pêwîst e ku Erebistana Siûdiye daxwaza lêborînê bike.

Muhsin Rizayî destnîşan kir, eger Siûdiye daxwaza lêborînê neke, ew tê wê wateyê ku Siûdiye naxwaza pêwendiyên navbera her du aliyan asayî bibin.

Biryar e, ku roja 25ê Îlona îsal (21 rojên din) referanduma bo serxwebûnê li Herêma Kurdistanê birêve biçe.

Îran çendîn caran dijatiya xwe li gel sazdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dubare kiriye.

Rudaw
Top