Li bajarê Bane di navbera xelk û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmî
Piştî ku şeva derbasbûyî hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê gole li ser kolberên Kurd reşandin û di encam de du kolber ku şêniyên bajarê Baneyê bûn canê xwe ji dest dan, îro li vê bajarê xwepêşandaneke girseyî hat pêkanîn.
Di xwepêşandana han de şêniyên bajar dilgiranî û nerezatiya xwe ya li hember kiriyarên hêzên ewlekarî yên Îranê û kuştina welatiyên Kurd diyar kirin.
Li gor jêderên herêmî piştî çend deqîqeyan ji destpê kirina xwepêşandanê, hêzên ewlekarî êrîşî ser xelk kirine û di navbera xelk û hêzên ewlekarî de alozî qewmîne.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku niha li bajarê Baneyê rewşa leşkerî hatiye ragihandin û polîs û hêzên ewlekarî tevahiya bajar dorpêç kirine.
