Hoşyar Zêbarî û wezîrê Brîtanî pirsa referandûmê gotûbêj kirin!
Vê derbarê de Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Îro wezîrê devletê yê Brîtanya Eliestred Baerd û konsolê giştî yê Brîtanyayê Mart Waar li Hewlêrê bûn mêvanê me û di civînê de me behsa pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û li gel amadekarî û pêwîstiyên siyasî û lojîstîkî hatin gotûbêj kirin.’’
Zêbarî ragehand, li gel şanda mêvan behsa alîkariyên Brîtanyayê yên di şerê dijî DAIŞê û bi taybetî alîkariyên mirovî yên ji bo koçberên Iraq û Kurdistanê jî hatin behs kirin
Basnews
