• Friday, 20 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî û wezîrê Brîtanî pirsa referandûmê gotûbêj kirin!

Gulan Media September 5, 2017 Nûçe
Hoşyar Zêbarî û wezîrê Brîtanî pirsa referandûmê gotûbêj kirin!
Duh Endamê Encûmena bilind a referandûma serxwebûna Kurdistanê Hoşyar Zêbarî li gel wezîrê dewleta Brîtanya Eliestred Baerd ê karûbarê rojhilata navîn civiyan.

Vê derbarê de Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Îro wezîrê devletê yê Brîtanya Eliestred Baerd û konsolê giştî yê Brîtanyayê Mart Waar li Hewlêrê bûn mêvanê me û di civînê de me behsa pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û li gel amadekarî û pêwîstiyên siyasî û lojîstîkî hatin gotûbêj kirin.’’

Zêbarî ragehand, li gel şanda mêvan behsa alîkariyên Brîtanyayê yên di şerê dijî DAIŞê û bi taybetî alîkariyên mirovî yên ji bo koçberên Iraq û Kurdistanê jî hatin behs kirin

Basnews
Top