Goran û Komel li dijî referandumê derketin
Serokê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr îro duşembî 4ê Îlona 2017ê, ji bo gotûbêjkirina rewşa Herêma Kurdistanê û bi taybet mijara referanduma serxwebûnê û hilbijartinên parlamento û serokatiyê bi hev re civiyan.
Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyeke hevbeş li ser navê her du aliyan hat belavkirin.
Di daxuyaniya de tê gotin, ku “her du aliyan tekezî li ser hilweşandina biryara paşekewtkirina mûçe û başkirina rewşa debara xelkê û asayîkirina Parlamentoya Kurdistanê, bi awayekê ku karên xwe yên yasadanînê û çavdêriyê bike, kirin.”
Herwiha Goran û Komelê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de ragihandin, ku pêwîst e referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê bo demeke guncaw were paşxistin, lê belê her du aliyan ti amajeyek bi dema guncaw bo sazdana referandumê nekirine.
Li ser referandumê Goran û Komelê wiha gotin:
“Her yek ji Goran û Komel tekeziyê dikin li ser paşxistina referandumê bo demeke guncaw, ku bi rêya parlamentoyê ve biryar û yasa jê re bihê derkirin û hilbijartin jî di dema yasayî ya xwe de bihêne encamdan.”
Herwiha Komela Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goranê “amadeyiya xwe ji bo gotûbêjên ciddî bi mebesta çareserkirina krîzan” nîşan dane.
Pêştir wan her du partiyan di daxuyaniyeke pênc xalî de tekezî li ser wê yekê kiribûn, ku dive dema referandumê ji 25ê Îlona 2017ê ve bo demeke guncaw bihê paşxistin û hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê jî di 1ê Mijdara 2017ê de bihêne encamdan.
Herwiha her du aliyan dabûn xuyakirin, ku divê Parlamentoya Kurdistanê bêyî ti mercan were aktîvkirin.
Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) ku aliyê sereke yê di Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye, pêştir helwesta xwe li ser daxwazên Goranê û Komelê aşkere kiribû û dest ji hemû mercên xwe bo aktîvkirina parlamentoyê berdabû.
Rudaw
