• Friday, 20 February 2026
logo

Propagendaya giştpirsiyê dest pê kir

Gulan Media September 5, 2017 Nûçe
Propagendaya giştpirsiyê dest pê kir
Li Başûrê Kuridstanê proseya propagandaya giştpirsiyê dest pê kir û dê 18 rojan berdewam bike.

Li gorî dema ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kuridstanê ve hatiye destnîşankirin, îro 05-09-2017, proseya bangaşe anku propagandaya ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Ev prose dê heta 22ê îlona 2017ê, wate 18 rojan berdewam bike.

Ji îro û pêve, dê partî û aliyên siyasî û herwiha hemwelatî bikarin ji bo giştpirsiyê propagandayan bikin. Heta niha 9 qeware û rêxistinan ji bo çavdêrîkirina proseyê navên xwe tomar kirin.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, nêzîkî 5 milyon û 500 hezar kes xwedan mafê dendanê ne. Ji bo dengdanê jî li seranserê Başûrê Kurdistanê 46 hezar sindoq hatine amadekirin.

Rudaw
Top