Brîtanya berdewamîya piştgirîya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dupatkir
Di civînêde herdû alîyan peywendîyên du alî û rewşa Herêma Kurdistanê gavên çaksazyê û dawî qonaxa şerrê DAIŞê gotûbêj li ser kirin.
Qobad Talebanî pesna hikumeta Brîtanyayê kir ku herdem piştgir û alîkara Herêma Kurdistanê bû, taybet di şerê dijî terorê de û got: Hikumeta Herêmê dixwaze berdewamyê bi peywendîyên xwe û welatî bide.
Li dor rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî got: Bizavên vegerandina baweryê li navbera alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi armanca dirustkirina yekdengîya sîyasî û civakî berdewamin û diyarkir: Vê qonaxê ji her wextekî zêdetir pêwîstî bi yek dengyê heye, taybet di b destveînana mafên çarenvîsî da.
Elîster Bêrt, wezîrê dewleta Brîtanya ji bo karên Rojhelata Navîn pesna rolê Pêşmergey di paşvebirina DAIŞê da kir û ragihand; Weku hikumeta Brîtanya alîkarîya Herêma Kurdistanê dê berdewam bibe, herwesa di pirsa çaksazîyan jî da, dupat kir ku welatê wî dê alîkara Herêmê be ji bo wê yekê qeyranan derbaz bike.
