Zêdetir ji 5 miliyon kes beşdarî di referandumê de dikin
Peyvdarê komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Kurdistanê Şêrwan Zirar di presskonferansekê de diyar kir ku li gor amar û detayên ku li ber destê komîsyonê dene tê payîn ku 5.5 miliyon welatiyên Kurdistanê yên ku mafê wan yê dengdanê heye beşdarî di referandumê de yaku biryare di roja 25ê Îlonê de were lidarxistin bikin.
Zirar herwiha diyar kir ku li tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê yên ku ji aliyên hêzên pêşmerge ve hatine azadkirin dengdan bo referandumê tê kirin.
