Îranê rêkeftina Hizbûlla û DAIŞê wek pêngavek mirovane pênase kir!
Berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyeke ji çapemeniya Îranê re da û ragehand: ‘’Dorpêça hejmarek jin û zarokan li çolekî ku ji aliyê Amerîkiyan ve pêkhatiye bi ti awayekê ne leşkerî ye.’’
Qasimî pêşwazî li rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê kir û got: ‘’Rêkeftineke mirovane bû bo rizgar kirina hemwelatiyên sivîl û bê tewan.’’ Herwaha got: ‘’Dorpêça jin û zarokan ji aliyê Amerîkiyan ve ne karekî asayî ye, ew dorpêç bû sedema kuştina hejmarek jinên ducanî ku di wan du rojên borî de pêkhatibû, dibe ku bibe sedemê karesateke mirovî jî.’’
Herwaha daxwaz ji Netewên Yekbûyî jî kir, bikeve navberê û rê nede bicîhanîna kuştina xelkek zêdetir li navçeyê û ragehand: ‘’Kuştina jin û zarokan dibe sedemê zêdekirina tundî yê, bi taybet ku DAIŞ ji ber berevaniya hikûmetên Iraq, Sûriye, Lûbnan, Îran û hêzên din ên ku berevaniya wan welatan kirin ber bi hilweşandinê ve diçe.’’
Basnews
