YPGê: 1244 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin
YPGê ragihand, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike 158 caran bi tang, topên hawan, û bi çekên giran ve êrîşî çeperên YPG-YPJ’ê û mal û zeviyên sivîlan armanc kirine.
YPGê diyar kir, di encama topbarana artêşa Tirkiyê de li Efrînê 4 şervanên wan şehîd bûne û 7 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Hêzên YPG-YPJ’ê li hember van êrîşan 34 caran bersiv daye. Di encamê de, 6 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Li çar aliyên bajarê Reqayê ku hatiye dorpêçkirin heya niha ji sedî 65 hatiye rizgarkirin. Nêzikî 2 hezar sivîl ji aliyê Tîmên Taybet yê HSDê ve hatin rizgarkirin û gihêştine cihên bi ewle.
YPGê aşkere kir jî, 1244 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û bi dehan çekdar hatine birîndar kirin. Ji van 76 termên DAIŞê ketine destê wan û 3 çekdar bi saxî hatine girtin.
Di meha tebaxê de di operasyona kontrolkirina Reqayê de 2 ji wan şervanên YPJ 101 şervanên YPGê şehîd bûne. Herwiha navçeya Şedadê de 8 şervan jî şehîd bûn.
k24
