• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeka şîe ya Iraqê bo referandomê serdana Kurdistanê dike

Gulan Media September 4, 2017 Nûçe
Şandeka şîe ya Iraqê bo referandomê serdana Kurdistanê dike
Endamekî Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê ragihand, di çend rojên bê de şandeka hevpeymaniya şîe ya Iraqê ji ber referandomê serdana Kurdistanê dike.

Endamê Encumena Bilind ya Referandomê Macid Bazirgan ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, heta dawiya vê hefteyê şandeka pilebilind ya hevpeymaniya şîe ya Iraqê serdana Kurdistanê dike û bi rayedarên Kurdistanê re li ser referandomê hevdîtin dike.

Macid Bazirgan daye zanîn ku qesta wê şanda şîe ew e ku rayedarên Kurdistanê razî bike da ku referandom were paşxistin û gotiye, me li Bexdayê jî ji wan re got ku referandom ti carî nayê paşxistin, ji ber wê jî dê li Hewlêrê jî heman peyam were dayîn.

Basnews
Top