• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye: Amerîka hezar barhilgir çek dane YPGê

Gulan Media September 4, 2017 Nûçe
Tirkiye: Amerîka hezar barhilgir çek dane YPGê
Wezîrê Bergiryê yê Tirkiyê radigihîne, Amrîka bêtir ji hezar barhilgir ji çek û teqemeniyan ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şandine û dibêje, biçekirina wan hêzan, tê wateya biçekirina PKKê.

Wezîrê Bergiryê yê Tirkiyê Nûredîn Canîklî diyar kir ku, li gor çavdêriya wan ji rewşa li Sûriyê re di çend mehên borî de bêtirî hezar barhilgirên çek û pêwîstiyên din yên leşkerî gihêştine Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

Canîklî got: “Hevpeymana me Amerîka dibêje, tenê ew çek ji bo şerê li dijî terorê ye, lê heger ji bo rûbirûbûna terorê be, 80 heya 90 barhilgir pêwîst dikir, lê hezar barhilgir ji bo artêşeke 50 hezar leşkerî ye.”

Canîklî dibêje, hin welatên hevpeymanên wan qedexeya firotana çek danaye ser wan, lê di heman demê de didin wan grûpan ku yekparçeya axa Tirkiyê dikin armanc.

YPGê ku stûnê sereke yê HSDê ye, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞî bi serokatiya Amerîk operasyona kontrolkirina Reqayê bi rê ve dibe. Tirkiye jî YPGê wek baskê PKKê li Sûriyê dizane.

K24
Top