Brîtanya ji bo referandumê wezîrê xwe şande Kurdistanê
Êvariya îro yekşembî 3ê Îlona 2017ê, Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê, Alistair Burt di çarçoveya serdaneke fermî de bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ve gihîşt Başûrê Kurdistanê.
Alistair Burt li firokexaneyê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwnediyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e, wezîrê Brîtanyayî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Alistair Burt di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş a li gel Felah Mistefa de aşkere kir, ew dê di civînên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê de, gotûbêjê li ser mijara referandumê bike û nêrîn û helwesta Brîtanya derbarê vê mijarê de jî bigihîne berpirsên Kurd.
Felah Mistefa jî di vê konfransa rojnamevanî de diyar kir, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên dostane yên bi Brîtanyayê re pêş bixe û pesnê rola Brîtanya ji bo alîkarîkirina Hêza Pêşmerge û awareyan da.
Ew wezîrê Brîtanyayî cara pêncemîn e, ku weke wezîr serdana Başûrê Kurdistanê dike.
Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê, di serdana xwe ya vê carê de jî 4 milyon Pound ên Brîtanî weke alîkarî ji awareyên li Kurdistanê re aniye.
Pêştir Brîtanya zêdetirî 200 milyon Pound bo alîkarîkirina aware û penaberên şer xerc kiribû.
Rudaw
