Şaxewan Ebdullah: Helwesta Bexdayê li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê lawaz e
Parlamenterê kurd û endamê Lêjneya Asayişê ya parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê ji BasNewsê re got, piştî cejna Qurbanê emê li parlamentoyê li ser wê mijarê gotûbêj bikin û helwesta hikûmeta Iraqê li ser wê rexne bikin.
Şaxewan Ebdullah her wiha got, ji ber ku helwesta hikûmeta Iraqê li ser wê bûyerê lawaz e çimkî ew rêkeftin ji aliyê şîeyan ve hatiye encamdan.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku qesta veguhestina çekdarên DAIŞê ji Lubnanê bo ser sînorên Iraq û Sûriyê ew e ku hêcetek hebe da ku Heşda Şeibî derbasî wê deverê bibe û bikaribe rêyekê ji Îranê bo Lubnanê veke.
Şaxewan Ebdulla da zanîn ku heta niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tiştekî wisa li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê negotiye û got, Ebadî xwe jê didize ji ber ku yên ser wî re biryara rêkeftinê dane.
Basnews
