Zalmay Khalilzad: Barzanî ji referandûmê paşde gav navêje
Zalmay Khalilzad di hevdîtinekê ligel rojnameya “Haber Turk” de ragihand, di pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurdên Başûr de şoreşeke girîng rû daye, ku berê pêwendiya wî welat ligel Kurdan gelekî xirab bûbû.
Tekez kir jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji referandûmê bi paşde gav navêje, heger Hewlêr, Bexda û Ameîrka negihin hev têgihêştinekê, ew referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.
Zalmay Khalilzad dibêje jî, birêvebirina referandûma nayê wateya ragihandina rasterast a serxwebûnê û bijaredeya herî baş berdewamiya danûstandinan û gihêştina bi rêkeftinekê ye.
Di beşeke din de, Khalilzad, berê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelekî xirab bûn û hin caran ji encamdana operasyonekê jî nêzîk bûn, lê dema wê serdemê çûye.
Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê diyar kir jî, rast e Amerîka û Enqere dibêjin ku niha ev dem ne baş e ji bo referandûmê, lê tu carî şer di navbera wan de rû nade.
Basnews
