KURDISTAN - Ji bo refrandumê biryareke nû
Amadekariyên ji bo birêveçûna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam in.
Di berdewamiya amadekariyên ji bo sazdana referandumê de, Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê dema destpêkirina propagandayên taybet bi referandumê aşkere kir.
Komîsyonê têkildarî vê mijarê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, roja sêşembiya vê geftiyê 5ê Îlona 2017ê dê propagandaya bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê bike û dê bo dema 18 rojan, yanî heta 22ê Îlona 2017ê berdewam bibe.
Li gorî daxuyaniya komîsyonê, her kes û aliyek berî roja diyarkirî dest bi propagandayê bike, li gorî rêzikname û rêkarên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê dê rûbirûyê berpirsatiya yasayê bibe.
Rudaw
