Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê:PYD çekên Amerîkayê radestî PKK dike
Îro, Şemiyê 2.08.2017 Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di kongiryeke rojnamevanî de destnîşan kir ku agahiyên îstîxbarî yê nû di derbarê biçekkirina PYDê ya Amerîkayê ji wan re tên û wiha pê de çû:
"Hin hevalbendê me dibêjin em piştgiriyê didin PYDê, agahiyên îstîxbarî yên ku îro ji me re hatin, tiştên nebaş in. Amerîka dibêje ez çek didim PYDê, bi zanebûna an jî nezanebûn çek û cebilxane dikevin destên PKKê, em vê yekê çekên ku li Trikiyeyê bi dest dixin dibinin. Lewra menşeyên çekan vê yekê didin nişandan."
Wezîrê tirk eşkere kir ku dê seranserê zivistanê bi operasyonên leşkerî derbas bibin û got: "Bi taybetî di mehên Îlon, Cohmeh û Mijdarê bi welatiyên me bizanin ku bi operasyonên leşkerî derbas bibin. Beramberî vê em ji ji welatiyên xwe daxwaz dikin k udi nav tevgerê de bin. Em ê vê zivistanê li şûna xwe nerûnin. Dê seranserê zivistanê bi operasyonan derbas bibe."
Basnews
