Civata bilind ya Referandomê: Hemû welat amadene pêşwaziyê li şanda Herêmê biken
Mihemed Îlxanî endamê civata bilind ya Referandomê got: Berîya cejnê ji mareyeka welatên cîhanê û derdur hatin haydarkirin ku şandeka bilinda Herêmê dê seredana wan bike û li dor Referandoma serxwebûna Kurdistanê danustandinan biken, hemû welatan peyama Herêmê bi erênî wergirtin û amadebaşîya xwe ji bo pêşwazîkirinê li şanda Herêmê nîşanda.
Got jî: Herêmê li destipêkê Bexda agehdarkir ji bo ku bi hemû welatan re bibêjin Îraq li ser Referandomê hat haydarkirin û ti helwêst nikarin rêgiryê li Referandomê biken.
Bi gotina wî endamê civata bilind ya Referandomê şanda Herêmê li destipêkê dê seredana Îran û Tirkiyayê bike ş li dûvde dê biçe Îmarat û Misir û Urdin û çend welatên din yên Kendavî û Ewropî.
Waar.tv
