• Friday, 20 February 2026
logo

Civata bilind ya Referandomê: Hemû welat amadene pêşwaziyê li şanda Herêmê biken

Gulan Media September 3, 2017 Nûçe
Civata bilind ya Referandomê: Hemû welat amadene pêşwaziyê li şanda Herêmê biken
Endamekê civata bilind ya Referandomê ragihand; Hemû welatên cîhanê amadeyîya xwe nîşandaye pêşwazyê li şanda Herêmê biken û rûnkirinan li dor Referandomê werbigirin.
Mihemed Îlxanî endamê civata bilind ya Referandomê got: Berîya cejnê ji mareyeka welatên cîhanê û derdur hatin haydarkirin ku şandeka bilinda Herêmê dê seredana wan bike û li dor Referandoma serxwebûna Kurdistanê danustandinan biken, hemû welatan peyama Herêmê bi erênî wergirtin û amadebaşîya xwe ji bo pêşwazîkirinê li şanda Herêmê nîşanda.
Got jî: Herêmê li destipêkê Bexda agehdarkir ji bo ku bi hemû welatan re bibêjin Îraq li ser Referandomê hat haydarkirin û ti helwêst nikarin rêgiryê li Referandomê biken.
Bi gotina wî endamê civata bilind ya Referandomê şanda Herêmê li destipêkê dê seredana Îran û Tirkiyayê bike ş li dûvde dê biçe Îmarat û Misir û Urdin û çend welatên din yên Kendavî û Ewropî.

Waar.tv
Top