HDP û AK Partî pîrozbahiya cejnê li hev nekirin
Weke hemû cejnan îsal jî aliyên siyasî û serkirde û rêveber peyamên aştî û pekvejiyanê didin. Li gel wan peyaman li Tirkiyê partiyên siyasî seredana hevdû dikin.Yekem Şanda ku ji bo cejnê seredana HDPê dike CHP ye. Alîkarê Serokê CHPê Levent Gok behsa giringiya çareseriya meseleya kurdan û demokrasiyê dike. Li derve jî naxwaze li ser giştpirsiya Başurê Kurdistanê bersiv bide pirsan.
Levent Gok li ser pirsa referanduma Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir: “Beşên me yên peywedîdar dê paşê helwesta me aşkere bikin.”
Partiya Seaadetê ku AK Partî ji vê partiyê derketiye, weke hemû cejnan îsal jî seredana HDPê kirin. Alîkarê Serokê Partiya Seadetê Hasan Bilmez destnîşan kir, ku mijara giştpirsiyê di rojeva wan de ye lê ewê piştre helwesta xwe aşkere bikin.
Hasan Bilmez herwiha got: “Me bi helkevta cejnê hevdîtinike baş kir û hevdîtina me di keşûhewayekî baş de derbas bû. Lê ser babetên din jî piştî cejnê emê biaxivin.
HDPê heman demê pêşwaziya Partiya Çep a Demokratîk (DSP) jî kir û wê bixwe jî seredana CHPê , DSPê û Seadetê kir. Parelementerê HDPê Muslum Dogan dubare helwesta partiya xwe li ser giştpirsiyê aşkere kir û got:
“Li ser giştpirsiya Başurê Kurdistanê hindek nirxandin têne kirin ku em çi qîmetê bi wan gotinan nadin. Ji ber ku biyarê dê gelê kurd bide, tenê kurd dikarin li ser çarenivîsa pêşeroja neteweya xwe biryarê bidin. Bi taybetî li Tirkiyê hin kesên ku qaşo xwe weke siyasetmedar dibînin, em nêrîn û dijayetiya wan bi tundî şermezar dikin.”
Heta niha di ti cejnekê de MHPê û HDPê seredana hevdû nekirine. Hatûçûya di navbera AK Partî û HDPê de jî piştî têkçûna proseya çareseriyê qut bûye.
Rudaw
