• Friday, 20 February 2026
logo

Almanya dê nerazîbûnek bibiryar li dij Tirkiye nîşan bide

Gulan Media September 3, 2017 Nûçe
Almanya dê nerazîbûnek bibiryar li dij Tirkiye nîşan bide
Piştî girtina 2 welatiyên Almanyayê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve, Şewirmenda Almanyayê Abgela Merkel ragihand: Divê êdî ew nerazîbûnek bibiryar li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin.

Merkel bibîrxist ko Hikûmeta Federal a Almanyayê siyaseta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê guhertiye. Piştî girtina 2 welatiyên wan divê ew careke din siyaseta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê ber çavan derbas bikin û nerazîbûnek bibiryar nîşan bidin. Şewirmenda Almanyayê diyar kir ko ew Peymana Yekitiya Gûmrikê a digel Tirkiyeyê bi ti awayî berfirehtir nakin.

Roja pêncşemê Tirkiye 2 welatiyên Almanyayê desteser kiribû. Bi vî awayî hejmara girtiyên siyasî yên welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê gihişt 12 kesan.

K24
Top