Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê rewşa meydaniya şerê dijî Da'îş guftûgo kirin
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî bi helkefta cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiya cejnê li Serok Wezîrê Iraqê kir û her wiha pîrozbahiya serkeftinên hêzên artêşa Iraqê û azadkirina bajarê Tele'fer li Serok Wezîrê Iraqê kir.
Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî li şerê dijî terorîstên Da'îş de tekez li ser berdewamiya hemahengî û karê hevbeşa di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê kir.
