• Friday, 20 February 2026
logo

Artêşa Iraqê sinyala destpêkirina şerê Hewîcê da

Gulan Media September 2, 2017 Nûçe
Artêşa Iraqê sinyala destpêkirina şerê Hewîcê da
Artêşa Iraqê sinyala destpêkirina operasyona bajarokê Hewîce yê Kerkûkê da û daxwaz ji sivîlan kir, ji baregah û çeperên DAIŞê dûr bikevin.

Artêşa Iraqê îro belavok bi ser devera Hewîce ya Kerkûkê de belav kir. Di belavokan de behsa operasyona azadkirina Hewîcê hatiye kirin lê nehatiye gotin dê kengê dest pê bike.

Artêşa Iraqê her wiha ji xelkê Hewîcê xwastiye ji baregah û çeperên DAIŞê dûr bikevin da ku di dema operasyonê de ziyanê nebînin. Her wiha hatiye gotin ku rêyên derketina sivîlan ji bajêr hatine destnîşankirin lê niha ji ber ewlehiyê eşkere nakin, dema operasyonê dest pê kir dê wê çaxê eşkere bikin.

Di belavokan de ji çekdarên DAIŞê jî hatiye xwastin çekên xwe daynin û teslîm bibin.

Bajarokê Hewîcê dikeve başûrê Kerkûkê. Hewîce devereka Kurdistanî ye lê ji ber siyaseta erebkirin û zordariya rêjîma Beisî ya Iraqê, niha kurdekî jî li wir nemaye.

Basnews
Top