Kosret Resûl: Bi dengê "Belê" beşdarî giştpirsiyê bibin
Duh roja înê 1ê Îlona 2017an Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî serdana cebheyên Pêşmerge yên li Kerkûk, Daqûq û Xurmatûyê kir.
Kosret Resûl amaje bi wê yekê kir, ku Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de gelek qurbanî dan û got: “Hemû deverên ku Pêşmerge lê ne û Pêşmergeyan rizgar kirine, dê vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê li ser birêveçûna giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê , ji hemû gelê Kurdistanê û Pêşmerge daxwaz kir, ku beşdarî giştpirsiyê bibin û ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê "Belê" bidin.
Beşeke di axaftina xwe de Kosret Resûl Elî behsa nexşerêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û ragihand, têde daxwaz kirine ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî referandum were pêkanîn û got: “Ji ber vê, giring e ku di roja diyarkirî de bi giyanekî kurdî, hemû Kurdistanî deng bidin û beşdarî pêvajoyê bibin.”
Kosret Resûl herwiha got: “Kurdistana bê Kerkûk, weke laşê bê serî ye, bê Kerkûk û deverên Kurdistanî ne mimkun e.”
Biryar e ji bo serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, giştpirsî were pêkanîn.
