• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye 2 welatiyên din ên Almanyayê desteser kir

Gulan Media September 2, 2017 Nûçe
Tirkiye 2 welatiyên din ên Almanyayê desteser kir
Berdevkê Wezareta Derva yê Almanyayê ragihand ku 2 welatiyên wan roja pêncşemê ji ber tohmetên siyasî ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Wan heta niha rasterast bi riya telefonê nekarîne digel welatiyên xwe pêwendî deynin, lê Konsolxaneya Almanyayê ya li Îzmîrê hewl dide ku alîkariya her 2 welatiyên Almanyayê bike.

Li Tirkiyeyê heta niha10 welatiyên Alman hatine girtin. Almanya daxwaza berdana welatiyên xwe dike, lê Tirkiye qebûl nake. Ev mijar jî di navbera her du welatan de bûye sedema krîzeka mezin. Almanya dixwaze Yekitiya Ewropa fişarên aboriyê li hemberî Tirkiyeyê dijwartir bike.

K24
Top