Jineke ji Kirmaşanê ku tevlî DAIŞê bûye xwe radestî Pêşmerge kir
Li nav awareyên ku ji Tileferê reviyane, jinek heye ku xwe gihandiye Pêşmerge û hevjîna çekdarekî DAIŞê ye û navê wê Kejal Elî ye.
Kejal Elî diyar dike, ku hevjînê wê heft meh beriya niha li Mûsilê hatiye kuştin û xelkê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ne.
Hevjîna çekdarê DAIŞê Kejal Elî diyar kir, ku zilamê wê jê xwestiye ku pê re here tevlî refên DAIŞê bibe, eger na gef lê xwariye ku ewê zarokê wê ji destê wê bigre. Lê çend meh piştî gihiştina Mûsilê, zarokê wan ji ber bombebaranên firokeyan jiyana xwe ji dest daye.
Kejal Elî aşkere kir, ku ji Kirmaşan çûne Tirkiyê û ji wir jî çûne Sûriyê û tevlî çekdarên DAIŞê bûne. Piştre jî çûne Mûsilê û piştî kontrolkirina Mûsilê, xwe gihandiye Tileferê.
Rudaw
