Şasiwara Ebdulwahîd 110 karmendên kanala televîzyona xwe ji kar derxistin!
Çavkaniyek baweriyê ji BasNewsê re ragehand, di civînekê de Şasiwar Ebdulwahîd biryar da, beşek piraniya karmendên kanala xwe derbixe û herwaha rêveberên ofîsa dervey welat a kanalê agahdar kirin ku êdî weşanên dervey welat nekin û ji wan re got, hûn hemû biçin malên xwe.
Yek ji wan karmendên ji kar hatî derxistin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja 31.08.2017ê Şasiwar Ebdulwahîd li ofîsa serekî ya NRT ya li bajarê Silêmaniyê civînek li gel hemû rêveberên kanalê pêkanî û biryar da her beşek çend karmendan ji kar derbixe.’’
Herwaha got: ‘’Di dema civînê de Şasiwar Ebdulwahîd biryar da ku 110 karmendên kanalê yên li Kurdistanê û dervey welat ji kar dûrbixe, herwaha ji ber hin sedemên taybet beşek ji ofîsên dervey welat jî dabixe.’’
Basnews
