• Friday, 20 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge daxwaz ji Xelkê Kurdistanê dikin dengê belê bidin referandomê

Gulan Media September 2, 2017 Nûçe
Hêzên Pêşmerge daxwaz ji Xelkê Kurdistanê dikin dengê belê bidin referandomê
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bi dirêjahiya dîrokê bergiriyê li axa Kurdistanê dikin dibêjin emê sînor biparêzin û bila xelkê Kurdistanê jî herin ser sinduqên referandumê û bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re.

Eqîd Husên Resûl Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku Pêşmerge her qurbanî dane ji bo vê rojê û hêviya şehêdan dewleta Kurdistan bûye, lewma jî em wek Pêşmerge amade ne sînorê xwe biparêzin û em daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê li vê proseyê bikin, ji ber ku piştgiriya xelkê me zêdetir han dide ku em parastiya ax û welatê xwe bikin.”

Eqîd Cadir Silêman Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Çiyayê Zertik ji malpera KDP.info re ragihand: “Em soz didin ku çawa me berê Kurdistan parastî ye, em wisa sînorê dewleta Kurdistanê jî biparêzin û em nehêlin dijminên me destê xwe dirêjî Kurdistanê bikin, lewma jî em daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku biçin ser sinduqên dengdanê û bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.”

Neqîb Fikrî Husên ji Eniya Mexmûrê jî dibêje: “Ez daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlonê dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê, ku ew yek jî wefadariyek dibe ji bo xwîna şehîdan û ji bo Pêşmergeyên qehreman.”

Pêşmerge Nêçîrvan Xefûr li Eniya Mexmûrê jî ragihand: “Em herdem amade ne bi can û bi xwîn bergiriyê di ber axa Kurdistanê de bikin, bila xelkê me jî bi dengê Erê xebatê bikin û bergiriyê li axa Kurdistanê bikin.”

Basnews
Top