Rûsya: Me komîteyeke lihevhatinê li Efrînê ava kiriye
Herêma Efrînê ne ji deverên “Kêmkirina şer” e, lê li gor Rûsyayê Efrîn di bin çavdêriya navenda lihevhatina niştimanî ya Rûsî de ye, ku navenda wê ya sereke li binkeya Himêmîma Laziqiyê ye û şaxeke wê jî ji Avdara borî ve li Efrînê heye.
Li gor ajansên Rûsî, Cîgirê Fermandarê hêzên Rûsî li Sûriyê general alexei Kim ragihand, Efrîn ne ji deverên kêmkirina şer e, lê di bin çavdêriya navenda lihevhatina niştimanî ya Rûsî de ye û komîteke lihevhatina niştimanî li wir ava kirine.
Li gor wî berpirsê Rûsî, komîteya lihevhatinê dê kar ji bo jiyan li Efrînê asayî bibe. Li gor şopandina wan ji rewşa Efrînê re, divê 25 dibistan ji nû ve bêne avakirin û 18 dibistan pêwîstiya wan bi çakirinê heye. Herweha gotiye, jêrxaneya 18 gundan bi tevahî ziyan dîtiye.
Tevî ku ew berpirsê Rûsî ku Efrîn di çarçova sîstema lihevhatina niştimanî de ye, Efrîn û gundên wê ji destpêka meha Hezîrana borî ve, Efrîn ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên opzîsyonê ve tê bombebarankirin.
Pêr ji encama topbarana artêşa Tirkiyê bi ser navenda bajarê Efrînê de, 7 welatiyên sivîl birîndar bûn, ku di nava wan de jin û zarok hebûn.
K24
