• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozê Îranê: Înşallah kurd dê serkeftî bin

Gulan Media September 2, 2017 Nûçe
Balyozê Îranê: Înşallah kurd dê serkeftî bin
Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî ragihand, ku kurd ji dîrokê ve dostê nêzîk ên Îranê ne. Derbarê Kerkûkê de Mescîdî got: “Xelk bi xwe dê biryara xwe bide.”

Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî ji bo nimêja Cejna Qurbanê li mizgeftekê Huseyniyan a Bexdayê bû.

Îrec Mescîdî piştî nimêjê bersiv da pirsên Rûdawê û li ser mijara Kerkûkê û herwiha helwesta Îranê got: “Xelkê vî welatî dê bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin. Xelkê Kerkûkê, Besra, Hewlêr û Mûsilê tev de birayê me yê ezîz in. Em ferqê naxin navbera wan. Ya eşkere ew e, ku Komara Îslamî ya Îranê li gel yasa, yekgirtin û yekrêziya Iraqê ye. Li ser vê yekê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi rêkeftin werin kirin em piştgirî didin.”

Mescîdî kurd weke baştirîn dostê Îranê binav kirin û wiha axivî:

“Di dirêjahiya dîrokê de jî kurdên Iraqê baştirîn dostê Komara Îslamî ya Îranê ne. Em silavê dişînin hemû kurdan re û cejna wan pîroz dikin. Daxwaza tendrustî û serkeftinê ji wan re dikin.”

Derbarê daxwaza kurdan a serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî Balyozê Îranê got: “înşallah serkeftî dibin.”

Îrec Mescîdî da xuyakirin, ku hêviya wan ew e, ku rewşa Iraqê roj bi roj baştir bibe û destnîşan kir, ku welatê wî di hemû waran de amade ye alîkarî bide Iraqê.

Derbarê veguhestina çekdarên DAIŞê ji sînorên Lûbnanê bo sînorên Iraqê, Mescîdî diyar kir, divê hikûmetên Sûriye û Iraqê bi hemahengî navçeyên xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin. Ji ber ku armanca herdu aliyan jî nehiştina DAIŞê ye.

Rudaw
Top