• Friday, 20 February 2026
logo

Mezinekî Heşda Şeibî ji ber Kerkûk û referandomê Kurdistan tehdîd kir

Gulan Media September 2, 2017 Nûçe
Mezinekî Heşda Şeibî ji ber Kerkûk û referandomê Kurdistan tehdîd kir
Fermandeyekî Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) Herêma Kurdistanê tehdîd dike û dibêje, eger Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê wê çaxê “hatiye dagîrkirin” û Heşda Şeibî dê bersiva vê yekê bide!

Fermandeyekî Heşda Şeibî bi navê Qeys Xezelî, ku berpirsê koma “Esayib Ehlê Heq” e jî, duh li bajarê Necef yê Iraqê piştî nimêja cejna Qurbanê, Herêma Kurdistanê tehdîd kir.

Qeys Xezelî bi tundî li hember biryara encumena parêzgeha Kerkûkê bo encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê li Kerkûkê derket û got, eger tiştekî wisa bibe û Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê wê çaxê Kerkûk tê dagîrkirin û Heşda Şeibî jî vê yekê qebûl nake û dê bersiv bide.

Wî milîsê şîe anî ziman ku “zeliqandina Kerkûkê” bi Herêma Kurdistanê ve, gelekî metirsîdar e û divê yên ku wê yekê dikin, bi qasî heman metirsiyê bên cezakirin!

Ev cara yekemîn nîne Qeys Kurdistanê tehdîd dike. Her cara ku wî Kurdistan tehdîd kiriye, Pêşmerge bersiva wî daye.

Basnews
Top