Edy Cohen: Dewleta Kurdistanê pêdiviyeke dîrokiye
Siyasetmedar û Lêkolerê Îsraîlî Dr. Edy Cohen di peyameke de ku ji bo piştgîrî kirina gelê Kurdistanê weşandiye eşkere kiriye ku serxistina preosesa referandumê û damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê pêdiviyeke dîrokiye.
Edy Cohen herwiha di peyama xwe de gotiye: Xelkê bişeref û birûmetê Kurdistanê, bav û bapîrên we li benda wene daku di vê qonaxa dîrokî de erkê xwe bicîh bînin û xwe ji bindestiyê rizgar bikin.
Cohen di dawiya peyama xwe de diyar kiriye ku ew li Îsraîlê çi weke gel û çî jî weke hikûmet gelek hez ji gelê Kurdistanê dikin û piştgîriya gelê Kurdistanê dikin.
